RÊVEBERIYA XWESER JI BO DARIZANDINA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DI NAVA HEWLDANAN DE YE
XALID IBRAHÎM - ENDAMÊ GERÎNENDEYA TÊKILIYÊN DERVE YA RÊVEBERIYA XWESER
Endamê Girînendeya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xalid Ibarhîm ji ROJAVA TV re got: ”Ji bo misogerkirina mafê qurbanî û malbatên şehîdan, rêveberiya xweser amadekariyên darizandina çeteyên DAIŞ’ê dike”.
Xalid Ibarhîm diyar kir ku Daiş di milê fikrî de bi dawî nebûye û divê hêzên navneteweyî alîkariya Rêveberiya Xweser di darizandina çeteyan de bikin.
Hemwextî çavgirtina cîhanê li ser êrîşên terorî, liv û tevgera çeteyên Daiş’ê careke din li herêmê zêdetir bûye û rojane êrîşên terorî li dijî xelkên herêmê pêk tînin.
Li aliyekî din qerebalixiyeke mezin ji aliyê malbatên çateyan ên di nava kampa holê de heye û li wê deverê ji nû ve fikirên tundrew ên ji bo zindîkirina DAIŞ’ê tê dayîn.
Sala derbasbûyî Rêveberiya Xweser ragihand ku dê di demeke nêzîk de çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de darizîne, lê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk û çend sedemên din ta niha ew prose pêk nehatiye.