BI HEZARAN ŞÊNIYÊN HERÊMA CIZÎRÊ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ DAKETIN QADAN
Bi hezaran şêniyên herêma cizîrê bi meşke girseyî êrişên kîmyewî yên dagikeriya Tirk ên li dijî gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin .
Xwepêşandan bi dirûşma “Bi îradeya gelan û gerîla em ê çekên kîmyewî, dagirkerî û xiyanetê têk bibin” dest pêkir .
Girseya Gel ji Çerxerêya Siyahî, Mizgefta Qasimo û Nexweşxaneya Ferman kom bûn, û ber bi qada şehîdên 12`ê Adarê ve meşiyan .
Xwepêşandan li qada 12 ê adarê veguherî mîtîngê û li wir axafitin li ser navê Partiya Yekitiya Suryan, pêkhateya Ereb û Encumena Malbatên Şehîdan hatin kirin .
Di dawiyê de jî koma “Awazên Çiya” ya hunerî stran pêşkêş kirin .