LI ŞEHBAYÊ NAGÎHAN AKARSEL DI ÇILROJIYA ŞEHADETA XWE DE HATE BÎRANÎN
Li şehbayê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, Rojnamevan û Akademîsyen Nagîhan Akarsel ku li bajarê Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe hatibû hedef girtin, di çilrojiya şahadeta xwe de hate bîranîn .
Merasîma bîranînê li navenda jinolojê ya şehbayê û bi amadebûna Endamên Sazî, kongira star, encumena malbatên şehîdan û Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Şehbayê, hate li dar xistin .
Di merasîmê de li ser navê navenda jinolojî hemîda Xidiro û li ser navê kongira Star Şêrîn Hesen axaftin hatin kirin .
Her wiha sinivîzyonek li ser xebat û jiyana şehîd nagîhan akarsel hate pêşandan .
Beşdarên merasîmê diyar kirin ku armancgirtina Jinên Kurd ji aliyê dagirkeran ve tê wateya Armancgirtina Îradeya tevahî gelê kurd .