PIROJEYA SERERASTKIRINA PIRA El- REŞÎD YA LI REQAYÊ HATE DESTPÊKIRIN
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê destpêkirina projeya sererastkirina “Pira El Reşîd” ya li Reqayê ragihand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Piştî daîreya teknîkî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê lêkolînên pêwîst ji bo Pira El Reşîd (pira nû) ya li bajarê Reqayê bi dawî kir, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jînehê dest bi projeya sererastkirina Pira El Reşîd dike.
Her wiha piştraskirin ku Bi vê projeyê re, dê qerebalixa trafîkê kêm bibe û dê dirêjahiya di navbera bajarên Tebqa û Reqayê de kurt bike û bi taybet ji bo erebeyên mezin û kamyonan.
Li gorî daxuyaniyê, dê xebatên sererastkirinê salekê dewam bikin.