Kanala ROJAVA TV

LI AMÛDÊ JI BO XWENDINA NAMEYÊN ŞEHÎD SARA Û RÛKEN ÇALAKÎ HATE LI DAR XISTIN

Encumena malbatên şehîdan a navçeya amûdê ji bo xwendina nameyên şehîd Sara Tolhildan û Rûken zelal ku li Mersînê di 26’ê Îlona 2022’an de li hemberî navenda poîsên dewleta tirk çalakiya fedayî kirin, çalakiyek li dar xistin.

Çalakî li hola beylesan a navçeya amûdê bi amadebûna malbatên şehîdan û şêniyên navçeya amûdê hate li dar xistin.

li ser navê kordînasyona kongra star zeyneb şîtka axivî û got ku her çiqas dewleta Tirk dibêje gerîla tune bûye lê belê vê çalakiyê ji tevahî cîhanê re diyar kir ku gerîla bi hêztir dibe.

Paşê nameyên şehîd Sara Tolhildan û Rûken zelal ên ji bo gel hatin xwendin ku tê de gotibûn ku wan çalakiya xwe ya fedayî weke bertek li dijî bikaranîna çekên kîmawî û tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferz kirin, pêk anîne.

Malbatên şehîdan ên navçeya amûdê jî dane zanîn ku çalakiya şehîd Rûken û Sara vîna azad a jinan ji hemû cîhanê re nîşan da.