ZANÎNGEHA EL-ŞERQ 3 FAKULTEYÊN NÛ VEKIR
Piştî salekê ji avakirinê, Zanîngeha El-Şeriq a bajarê reqayê deriyên xwe li ber 3 fakulteyên nû vedike.
Ji wan fakulteyan: fakulteya mafnasî, Endizyariya çandiniyê û perwerde
Li bajarê Reqayê ji ber şerê li dijî çeteyên DAIŞ ku di sala 2014 an de pêk hat, saktora xwendinê têk çûbû.
Rêveberiya xweser da ku armanc û hêviyên xwendekarên herêmê pêk bîne di 27 mijdara 2021 de bi hevkariya Hemahegiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zanîngeha El-Şerq li bajarê Reqayê vekir.
Di zanîngeha El Şerq de fakulteya zanistên wêjeyî, paymengeha teknîkî “beşa bermecê” paymengeha darayî û rêveberî, paymengeha perwerdeyê, hene
piştî salekê, Zanîngeha El-Şeriq deriyên xwe li ber fakulteya mafnasî, Endizyariya çandiniyê û Perwerde vedike.
cîgirê hevserokatiya karûbarên akadîmiyan dr. xelîl El-elî behsa rêveçûna karûxebatên zanîngehê kir.
Ji aliyê xwe ve xwendekar Berfîn Şêx demir jî got ku Ew li gorî daxwaza xwe ya tomarkirinê fakulteya xwe dixwînin.
Li bakur û rojhilatê sûriyê çar zanîngehên ku ji aliyê Rêveberiya xweser ve hatine vekirin hene.
Zanîngeha Efrîn ku piştî DAGIRKERIYÊ hate girtin, Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El-Şerq.