Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA JINÊN CIWAN JI BO NÎQAŞKIRINA ROLA JINAN DI ŞOREŞÊ DE KONFERANSEK LI DAR XIST

Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo ji bo nîqaşkirina rola jinan ya di şoreşê de konferansek li dar xistin.

Beşdarên konferasnê tekez kirin ku azadiya jinan, bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ve girêdayî ye û tekez kirin ku ew ê asta têkoşînê mezin bikin.

Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Pêşengiya Jinên Ciwan Di Şoreşa Jinê De” konferansek li navenda Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo li dar xistin.

150 delegeyên ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di konferasnê de amade bûn. Her wiha jinên ciwan ji Ermenîstan, Misir, Kenya û Afganîstan, Ewropa, Başûrê Kurdistanê û Şengalê jî peyam şandin.

Di konferasnê de axaftin hatin kirin. Piştre axaftinên Rêber APO yên derbarê têkoşîna jinan de hatin guhdarkirin.

her du mijarên “Avakirina neteweyna demokratîk û konfederalîzma jinê”, “Di konfederalîzma demokratîk de rol û mîsyona jinên ciwan” hatin nîqaşkirin.

Beşdarên konferasnê tekez kirin ku azadiya jinan, bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ve girêdayî ye û tekez kirin ku ew ê asta têkoşînê mezin bikin.

Di konferansê de êrîşên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên jinan jî hatin nîqaşkirin û tekezî li ser têkbirina dagirkeriyê, perwerdekirina ciwanan û mezinkirina asta têkoşînê hate kirin.