Kanala ROJAVA TV

SÛKA SEBZEYAN YA REQAYÊ BI BERHEMÊN XWECIHÎ DEWLEMEND BÛYE

Rojane bi sedan welatiyên Reqayê ji bo peydakirina pêdiviyên xwe berê xwe didin sûka sereke ya sebzeyan.

Welatî diyar dikin ku piştî çêbûna berhemên navxweyî, nirxên sebzeyan daketiye.

Ev sûka sereke ya sebzeyan li bajarê Reqayê ye. Çûnûhatin û qerebalixiyeke zêde li nava bazarê heye.

Anîna berhemên navxwe yên cotkarên herêmê ji bo bazarên Reqayê, li beramber mehên din ên salê nirxê sebzeyan erzantir kiriye.

Daketina nirxan dibe sedema herikîna welatiyan ji bo nava bazarê û xwesteke zêde li ser berheman çêdike.

Firoşkarên Reqayê dibêjin, ji ber qerebalixiya trafîkê ew rastî hinek zehmetiyan tên û ji trafîkê daxwaz dikin ku çûnûhatinê bi dispilîn bikin.

Welatiyên Reqayê diyar dikin ku nirx li gor demên berê daketine û ew pêdiviyên xwe bi dest dixin.

Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi çandinî û berhemên xwe yên dewlemend navdar e, di demsala havînê de ji ber berhemên navxweyî, nirxên sebzeyan gelekî dadikevin û dilê welatiyan geş dibe.