Kanala ROJAVA TV

DESTEYÊN ŞAREDARIYÊN YA RÊVEBERIYA XWESER KONFERANSA XWE YA 2’EMÎN LI DAR XIST

Desteyên şaredariyan ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî 3 salan ji kar  konferansa xwe ya 2’emîn li Hesekê li dar xistin û çawaniya pêşxistina kar nîqaş kirin.

Her wiha di konferansê de tekezî li ser berdewamkirina projeyên mayî jî hatiye kirin û plana kar ya sala bê jî dê bibe beşekî nîqaşê.

Piştî karûxebatên dûr û dirêj di ber xizmeta welatiyan de û pêşkêşkirina projeyên xizmetguzariyê, bi beşdariya 436 delegeyan desteyên şaredariyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya duyemîn li bajarê Hesekê li dar xistin

Li gorî agahiyan di vê konferansê de karûxebatên şaredariyan yên 3 salan û zehmetiyên ku hatine dîtin, bi berfirehî hatine nirxandin.

Her wiha mijara sereke ya nîqaşa konferansê jî çawaniya pêşxistina kar û veqetandina mekaznîzmeyekê ji bo wê proseyê bûye.

Di sala bê de dê deste di asteke xurttir de berdewamiyê bide xebatên xwe û maleke taybet ji ji bo perwerdekirina zarokan veke, da ku rê li pêş karkirina wan were girtin.

Tevî êrîşên rojane yên dewleta Tirk ku zirarên mezin li dû xwe tînin, lê şaredariya gel di xebatên xwe de berdewam e û li gorî raporên rêxsitinên mirovî, li beramberî herêmên Sûriyê, herêmên Rêveebriya Xweser, di nava lîsteya herêmên herî ewle û pêdiviyên jîyanê lê têne dabînkirin de, cih girtiye.