Kanala ROJAVA TV

XIRISTIYANÊN HESEKÊ CEJNA PASKALYA BI COŞEKE MEZIN PÎROZ KIRIN

Xiristiyanan bi boneya Cejna Paskalya ya Ortodoskan pîrozbahiyên girseyî li dêrên bajarê Hesekê li dar xistin.
Li gorî salnameya rojhilatî îro Cejna Paskalya ya Xiristiyanên Ortodoksan e. Li bajarê Hesekê ji saetên sibehê ve zengîlên dêran hatin lêdan.
Xiristiyanên li bajêr, ji bo pîrozkirina vê cejnê li Dêra Mar Curcus a Suryanan kom bûn û ayînên olî xwendin û lavayên xwe ji Xweda kirin.
Metranê Cizîr û Firatê Mar Morîs Amsîh di pîrozbahiyê de axivî û got: “Xweda ev roj afirandiye da ku em pîroz bikin û pê şa bibin.”
Di dawiyê de Xiristiyanan cejn li hev du pîroz kirin.
Piştî ku xiristiyan çil rojan rojiyê digirin, ev cejn bi ser wan de tê û bi coşeke mezin pîroz dikin.