Kanala ROJAVA TV

COTKARÊN KOBANÊ DEST BI ÇINÎNA BERHEMÊN ÇANDINIYÊ KIRINE

Jinên cotkar ên bajarê Kobanê dest bi çinîna berhemên çandiniyê yên weke Nîsk, Kemûn û nokan kirine.

Jin diyar dikin ku, daketina pileyên germayê dilê wan xweş kiriye û ew bi awayekî herikbar paleyîyî dikin.

Cotkarên bajarê Kobanê dest bi çinîna berhemên çandiniyê yên weke Nîsk, Kemûn û nokan kirine.

Piştî ku barana îsal di rêjeyeke baş de bariya, dilê cotkaran xweş bû û ew bi eşqeke mezin berê xwe didin nava zeviyên xwe û paleyiyê dikin.

Hejmarek ji jinên Kobanê ne, hin ji wan xwediyên vî zevî ne û hin jî bi heqdestê xwe yên rojane kar dikin.

Başbûna rewşa hewayê û daketina pileyên germayê lez û coşa wan ya karî zêdetir dike. Di ber karî re, ew stranên paleyîyî jî bi zengiloreke gewherîn dibêjin û pê re westana xwe ji bîr ve dikin.

Her yek ji van jinên cotkar her rojê di navbera 70 ta 80 hezar lîreyên Sûrî de qezenc dike. Bi wê dahatê pêdiviyên xwe cî bi cî dikin û bi malbata xwe re dibin alîkar.

Piştî çinîna berhem dê xwediyên van zeviyan keda xwe ya çend mehan berhev bikin û li bazarên herêmê bifroşin. Rêveberiya Xweser jî ji niha ve dest bi amadekariyên wergirtina berhemên cotkaran kiriye.