Navenda çandê ya Kantona Reqayê amadekariyan ji bo lidarxistina pêşbirka zarokan a ku desteya çand û kevneşopiyan saz kiriye, dike.
Di pêşbirka ku dê bê lidarxin de, wê 200 zarok ji navenda çandê, Navenda kewkeb El-tifûle ya zarokên şehîdan û pêşdibistanan, beşdar bibin.
Niha jî ji bo zarokên ku dê bi şano, muzîk û gelek hunerên din beşdar bibin perwerde tên dayîn.
li aliyekî din jî Koma Hunerên Gelêrî amadekariyên beşdarbûna Festîvala Şehîd Ronahî Bawer dike, ku dê di Îlona bê de li bajarê Qamîşlo were lidarxistin.
