Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan li gundê Mele Sibat yê Qamişloyê ji bo şehadeta şehîd Bawer Enîz, Edîb Elî û Dijwar Kobanê, meşeke hate lidarxistin. Her wiha 15’ê tebaxê hat pîrozkirin.
Di meşê de ciwanan gotin, “Bi rihê 15’ê Tebaxê îsal dê bibe sala serkeftinê û têkbirina dagirkeriyê .”
Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Bihar Mihemed daxuyaniyek xwend û 15’ê Tebaxê li tevahî gelên welatparêz pîroz kir.
