ALÎKARIYA XELKÊN REQAYÊ JI KOÇBERÊN EFRÊNÊ RE BERDEWAME

Rojava Tv
1 Min Read

Şaneya Krîzê ya kantona Reqayê di çarçoveya xebatên ji bo kêmkirina êş û azarên koçberên Efrîn û Şehba her wiha ji bo dabînkirina pêdiviyên wan, alîkariyan pêşkêş dike.
Alîkariyên tên pêşkêşkirin pêdiviyên germkirinê, doşek, û pêdiviyên xwarinê her wiha pêdiviyên tenduristiyê yên pêwîst in.
şaneya krîzê ya kantona Reqayê tekezî li ser giringiya hevgirtina civakê ji bo piştgiriya koçberên Efrîn û Şehba kir.
hejmara malbatên li navendên penaberiyê yên kantona Reqayê bi cih bûne, gihişte nêzî 2 hezar û 500 malbatan.

Share This Article