WELATIYÊN BAJARÊ KOBANÊ SOZA NÛKIRINA BERXWEDANA 2014’AN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

11 roj in, Bajarê Kobanê di bin êrîşên giran û dorpêçeke sîstematîk de dimîne.

Tevî wê, Welatiyên Kobanê soza berxwedanê ya ku di sala 2014’an li hember DAIŞ’ê dabûn meşandin nû dikin.

Çeteyên Hikumeta Demkî, Dewleta Tirk a Dagirker û Şaneyên razayî yên DAIŞ’ê bi rengekî hovane êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin, her bajarekî ku derbasî dibûn, ji komkujî, dizîn û talaninyê bi dawî ne dibû.

Çeteyan berê xwe dan bajarê Kobanê jî û ev 11 roj in bajar di bin êrîşên giran û dorpêçeke sîstematîk de dimîne.

Welatiyên Kobanê soza berxwedanê a ku di 2014’an li hember DAIŞ’ê dabûn meşandin nû kirin û girêdana xwe bi axa Kobanê anîn ziman.

Hin welatî ji herêmên ku hatine dagirkirin, berê xwe dane Kobanê û li wir daxwaza seknandina şer û êrîşan dikin.

Bajarê Kobanê di sala 2014’an bi berxwedaniya xwe di cîhanê de deng veda û bû bingeha têkbirina Rêxistina DAIŞ’ê.

Niha jî bajarê berxwedanê ji aliyê heman rêxistinê lê navê xwe guhertiye di bin êrîş û dorpêçê de ye.

Share This Article