Civakên Asûrî û Babîli li Sûriye û li çaraliyê cîhanê her sal di 1ê Nîsanê de cejna “Akîtu” pîroz dikin, ku wekî Sersala Babîl-Aşûrî tê hesibandin.
Kesên ku vê cejnê pîroz dikin “Akîtu” wekî destpêka salek nû dibînin, ku tê de jiyan nû dibe û erd ji nû ve zindî dibe.
Destpêka demsala biharê çawa gelê Kurd cejna Newrozê pîroz dike, gelê Suryan jî cejna Akîtû pîroz dike. Gelên herêmê bi pîrozbahiya cejnên xwe re hebûn û çanda xwe diparêzin û neslên nû fêr dikin.
Di teqwîma Aşûriyan de cejna Akîtû, 1`ê Nîsanê tê pîrozkirin û merasîmên pîrozbahiyê çend rojan berdewam dikin. Di şaristaniyên kevnar de pîrozbahiyên cejna Akîtû 12 rojan didomîn. Di her rojekê de merasîmên taybet ku sembola jiyaneke nû û serkeftina li hember kaosê ne, têne lidarxistin.
Roja 1`ê Nîsanê gelên Aşûr, Suryan û Keldan li herêmên ku lê dimînin, cejna Akîtû pêşwazî dikin. Li stargehên Mezopotamyayê merasîmên olî li dar dixin. Di merasîman de diyar dikin ku qencî li hember kaos û şer bi ser dikeve. Suryan, Keldan û Aşûrî bi rêya cejna Akîtû çanda xwe diparêzin.
Di cejnê de malbat xwarinên xwe yên kevnar amade dikin û li hev kom dibin û bi hev re xwarinê dixwin.
Îsal di cejna Akîtû de çalakiyên çandî û olî li seranserî bajarên Cizîrê hatin bi rêxistinkirin. Komên çandî û hunerî tev li çalakiyên cejnê bûn, cil û bergên xwe yên çandî li xwe kirin û stranên xwe yên gelêrî gotin. Di van merasîman de peyamên hezkirin û aştiyê ji bo hemû gelên herêmê hatin şandin.
Pêkhateyên herêmê yên Suryan, Aşûr, Keldan, Kurd, Ereb, Êzidî bi tevlêbûna merasîmên cejnê, girêdana xwe ya jiyana hevbeş diyar kirin û peyama ku bi hev re Sûriyeya siberojê ava bikin, dan.
