AKADEMIYA SOSYOLOJIYÊ YA RÊBER APO SEMÎNEREK DIYALOGÊ LI KANTONA REQAYÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Akademiya Sosyolojiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, bi hevkariya Akademiya Civaka Demokratîk, semînerek diyalogê bi navê “Bi nêrîna ramanwer Abdullah Ocalan, em rûresmên aştiyê neqş dikin” li dar xist

Semîner li hola Navenda Çand û Hunerê ya kantona Reqayê pêk hat û tê de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û endamên akademiyan beşdar bûn.

DI semînerê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin: Komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û Banga Aştî û Civaka Demokratîk.

Beşdaran nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê bidestxistina aştiyeke mayînde li herêmê nîqaş kirin û bal kişandin ser girîngiya banga aştiyê ya ku ji aliyê Rêber APO ve, ji bo çareserkirina krîzan hatiye kirin.

Semîner bi daxuyaniyekê bi dawî bû û tê de bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike û bê şert û merc were azadkirin.

Share This Article