TORÊN KANALÎSAZYONÊ YÊN LI TAXA EL-QÎTAR A REQAYÊ TÊN ÇEKSAZKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Werşeyên Şaredariya Gel a Kantona Reqayê di çarçoveya xebatên xwe yên xizmetguzariyê de,torên kanalîsazyonê yên taxa El-Qîtar sererast dike.

Şaredariya Reqayê bi armanca pêşxistina binsaziya taxên li bajêr û başkirina jîngeha çêkirî, projeyên xizmetê li dar dixe.

Şaredariya Gel a Reqayê torên kanalîzasyonê yên li bakurê Mizgefta Şehîdan a li taxa El-Qîtar bi dirêjahiya 2700 metre sererast dike.

Li gorî Şaredariyê, di xebatên sererastkirinê de, boriyên bi dirêjahiya 60, 50 û 40 cm tên bikaranîn û odeyên kontrolê yên betonê tên avakirin.

Serokê Gerînedeya Karûbarên Giştî ya Şaredariya Gel a Reqayê Husam Kalo anî ziman ku 15 roj in wan dest bi xebatên sererastkirinê kiriye û biryare heta mehekê bidomin.

Share This Article