Bi boneya Cejna Newrozê, li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo şêniyan bi şahiyekê agirê Newroza 2025’an dadan.
Di şahiya pîrozbahiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Mihyedîn Hesen axivî.
Mihyedîn Hesen şehîdên Berxwedana Bendav Tişrînê bi bîr anîn û Newroza 2025’an li şervanên QSD’ê û Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.
Mihyedîn Hesen got: “Tişta ku niha ji gelan tê xwestin parastina destkeftiyên şoreşê ye. Em destûra ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye ragihandin qebûl nakin.”
Piştre agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hatin vêxistin û şêniyên beşdar li derdora agir dîlan gerandin. Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bûn.
