LI KANTONA ŞEHBAYÊ SALVEGERA 3EMÎN A ŞEHADETA HEVRÎN XELEF HATE BIBÎRANÎN 

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan koçberên Efrînê û xelkên kantona Şehbayê îro ji bo bîranîna Şehîd Hevrîn Xelef daketin qadan û meşeke girseyî lidarxistin .

Encumena Sûriya Pêşerojê di salvegera 3emîn a şehadeta sekretêra giştî a Partiya Sûriya Pêşrojê Hevrîn Xelef de meşek li navçeya Ehrez ya kantona Şehbayê lidarxist.

Meş ji qada navçeyê dest pê kir û bi berzkirina dirûşmên “Şehîd namrin” li goristana Şehîdên berxwedana serdemê rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Encumena Malbetên Şehîdan û kongra star ve hatin kirin.

Piştre Encumena Sûriya Pêşerojê daxuyaniyek da û soza şopandina rêya Şehîd Hevrîn Xelef da.

Di dawiyê de beşdarên meşê, mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Share This Article