Kongreya 1`emîn a Odaya Endezyaran a kantona Qamişlo bi dirûşma “Ber bi endezyariyeke nûjen ku rajeya civak û jîngehê dike”, li dar xist.
Kongir li hola Efrîn a li Qamişlo bi beşdarbûna Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso û 72 delegeyên Odeya Endezyaran a Qamişlo, Dêrik û Amûdê pêkhat
Endezyarên ku di kongirê amed bûn li ser beşên Endezariya Sivîl – mîmarî – mekanîka – elektrîk – paqijî – jeoteknîkî û jeolojîk dixebtin.
Kongir bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevserokê TEV-DEMê Xerîb Hiso axivî û rewşa siyasî nirxand,
Xerîb hiso girîngiya lidarxistina kongreyê di vê dema hesas de destnîşan kir nexasim li gel lihevkirinên dijberî rêveberiya herêmê û berdewamkirina êrişên li dijî herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve.
Paşê beşdarên kongreyê rêziknameya odayê ya ji 17 medayan pêk tê nîqaş kirin.
Di dawiya kongreyê de endamên encumena Odayê hatin hilbijartin ku ji 11 kesan pêk tê.
