WELATIYÊN HERÊMA CIZÎRÊ SERSAXÎ JI MALBATA ŞEHÎD RÛKEN RE XWESTIN
Encumena malbatên şehîdan û welatiyên herêma Cizîrê, serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Rûken Zelal a ku di encama çalakiyeke fedayî de, li Mersînê şehîd bûbû, kirin.
Welatiyan herêmê berê xwe dan gundê Topiz ê navçeya Amûdê û sersaxî ji malbata Şehîd Rûken re xwestin.
Beşdarên merasîmê çalakiya Şehîd Rûken û hevrêya wê Şehîd Sara weke bersivekê li dijî siyasetên qirkirina gelê Kurd bi nav kirin.
Her wiha beşdaran gotin ku gerîlayên azadiyê ji bo parastina ax û rûmeta Kurdistanê berdêlên giranbuha didin û soza berdewamkirina rêya şehîdan dan.