Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN KAMPÊN MINBICÊ DI REWŞEKE ZEHMET DE DIJÎN

Li kampa rojhilat a bajarê Minbicê, koçber di nava rewşeke zehmet de dijîn û bi nêzîkbûna zivistanê re, azarên wan zêdetir dibin.

Rêveberiya kampê jî dibêje ew bi derfetên ku di dest wan de alîkariyan pêşkêş dikin û wan daxwaz ji rêxistinên mirovî kirine ku alîkariyan ji bo koçberan pêşkêş bikin

Ev der kampa rojhilat a bajarê Minbicê ye, koçberên ji herêmê cuda yên li Sûriyê, di nava van konan de jiyaneke zehmet dijîn.

Demsala zivistanê li ber deriyan e, dibe ku hinek kes li benda vê demsalê bin, lê ji bo van koçberan ew demsala zêdekirina azaran e.

Koçber dibêjin pêwîstiya wan bi alavên germkirinê heye, da ku zarokên xwe ji serma û seqema zivistanê biparêzin.

JI hêla xwe ve rêveberiya kampê diyar dike ku derfetên wan kêm in û bang li rêxistinên mirovî dike ku alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.