RAYEDARÊN RÊVEBERIYA XWESER LI HEMBER HEDEFGIRTINA TIRKIYÊ JI PÊŞENGÊN ROJAVA BERTEK NÎŞAN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Jinên di saziyên rêveberiya xweser de li hember Hedefgirtina Şehîd Zeyneb û Yilmaz Şero ji aliyê deswleta tirk ve berteek nîşan dan û tekez kirin ku Dewleta Tirk her dem pêşengên rojava dike hedef

Rayedarên Rêveberiya xweser li hember hedefgirtina dewleta Tirk ji erebeya hevserokên nivîsgeha edaletê ya herêma Cizîrê, bertek nîşan dan..

Cîgira Desteya Jin ya bakur û rojhilatê sûriyê Roken Mele Ibrahîm Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî bakur û rojhilatê sûriyê û bi taybet li dijî jinan şermezar kir û tekez kir ku Şehîd Zeyneb xwe di qadên siyasî û civakî de isbat kir..

Endama Rêveberiya Giştî ya Encumena jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Feyrûz Xelîl tekez kir ku dewleta tirk her dem pêşengên rojava dike hedef û roja şehadeta Şehîd Zeyneb bi roja reş bi nav kir..

Rayedarên Rêveberiya xweser soz dan hevrêyên xwe yên şehîd Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero ku ew ê şopdarê rêya wan bin û destkeftiyên ku wan bi dest xistibûn bidomînin..

Share This Article