Encumena Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê yekemîn civîna xwe ya berfireh Di bin dirûşmeya “Bi vîna jina azad û rêxistinkirî em Sûriya pêşerojê ava dikin”, li hola Navenda Çandê ya bajarê Reqayê li dar xist.
Di civînê de jinên hemû saziyên sivîl amede bûn.
Civîn bi şîrovekirina rapora salane ya ku xebatên jinan di nava du salên Partiya Sûriyeya Pêşerojê de vedibêje bi dawî bû.
Berdevka Encumena Jin a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Nehla Îsmaîl diyar kir ku encumena jin di salên borî de xebatên girîng dane meşandin.
