Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevrêziya Desteya Karûbarên Civakî, Desteya Perwerdeyê û rêxistina Banga Cinêvê, komxebatek li ser pirsgirêkên zarokan li kantona Reqayê li dar xist.
Komxebat li parka “El-Erd El-Se’ida” ya kantona Reqayê bi amadebûna bi dehan endamên Desteya Jin, Desteya Karûbarên Civakî, û endamên rêxistinên ku di warê mafên zarokan de dixebitin, li dar ket.
Komxebat li ser çar mijarên sereke hat dabeşkirin: prensîbên parastina zarokan di qanûna mirovî ya navneteweyî de, Rewşa zaroktiyê di bin saya Rêveberiya Xweser de, Zaroktî û perwerdeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
her wiha rewşa zarokên xwedî pêdiviyên taybet û tevlîkirina wan di civakê de bûn.
Piştî nirxandinan komxebat bi rûniştineke nîqaşê li ser geşkirina parastina zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û zêdekirina hevrêziyê di navbera aliyên peywendîdar de, bi dawî bû.
