Bi boneya roja Cîhanî ya Demokrasiyê Saziya Êzdîna kongre ya xwe ya ciwanan di bin diruşma “Zehret el Zeytûn” li hola zana ya bajarê Qamişlo li dar xist..
kongir bi amadebûna Ciwanên ji Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de Koçberên ji hermên dagirkirî wekî Serê Kaniyê Girê Spî û Efrîn, Desteya Kar û barên civakî û Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan li Herêma Cizîrê hate li dar xistin..
kongir bi armanca başkirina rewşa ciwanan di Civakê de her wiha pêşîlêgirtina li ber diyardeya koçberiyê hate li dar xistin..
Saziya Êzdîna jî wê, nêrîn û daxwazên ciwanan bighînin aliyên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha wê van nêrînan bi rêya Wezareta Derve ya Amerîkayê bighînin civaka navdewletî.
