Qonaxa duyemîn a operasyona mirovî û ewlehiyê li kampa Holê bi hemû hêza xwe berdewam dike.
Derbarê mijarê de Fermandara qordîneya Opersyonê û Fermandara YPJ ya herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanî ji ROJAVA TV re axivî û nirxandin kir.
Qonaxa duyemîn a operasyona mirovî û ewlehiyê li kampa Holê di roja xwe ya 22’an de berdewam dike.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên beşdar ji saet 05.00’an ve li kampê belav bûn û saet 06.00’an de dest bi operasyonê kirin.
Fermandara Kordîneya Opersyonê û Fermandara YPJ ya herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanî diyar kir ku pêwistiya kampa holê bi vê operasyonê hebû, her wiha da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk operasyon dereng hat destpêkirin.
Dilbirîn Kobanî got ”Xeteriya kampa Holê ne tenê li ser me heye, li ser tevahî cîhanê heye “
Fermandara kordîneya Opersyonê û Fermandara YPJ ya herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanî destnîşan kir ku heta niha gelek çete hatine girtin, her wiha hejmarek tunel hatine dîtin û miqdarek çek û alavên çeteyan hatine destserkirin.
Gelek kes hatin kampa holê şopandin û gotin xetere, lê tu kesî xwe berpirsiyar nedît.”
