WELATIYÊN KOBANÊ Û QAMIŞLO TECRÎDA GIRANKIRÎ YA LI SER RÊBER OCALAN ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi armaca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, bi hezarana welatiyên Kobanê û Qamişlo daketin qadan.

Welatiyan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan kirin û gotin ku dewleta Tirk di şexsê Rêber Ocalan de dixwaza doza rewa ya gelê Kurd ji nav bibe.

Bertekên li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan her ku diçin zêdetir dibin û banga azadiyê roj bi roj berztir dibin.

LI her çar aliyên Kurdistan û derveyî welatî Kurdistanî û dostên wan berdewam li qadan in û polîtîkayên dewleta Tirk û hevkarên wê bi tundî şermezar dikin.

Li her du bajarên Qamişlo û Kobanê bi hezaran welatî di bin dirûşmeya “Em azadiya Rêber APO dixwazin, û tecrîdê şermerzar dikin”, daketin qadan.

Welatiyên bajarê Qamişlo jî tekez kirin ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêber Ocalan dixwaze doza rewa ya gelê Kurd ji nav bibe.

Welatiyên Kobanê gotin heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan, ew ê li qadan bin.

Beriya niha parêzera Rêber Ocalan Newroz Uysal ji Rojava TV re ragihandibû ku dewleta Tirk bi awayekî ne yasayî cezayên displînê li ser rêber Ocalan disepîne û gotibû ku ew di derbarê rewşa Ocalan de bi fikar in.

Share This Article