Kanala ROJAVA TV

Li Dijî Êrîşên Dewleta Tirk Xelkên Kobanê Herikîn Qadan

Şêniyên herêma Firatê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser bakur û rojhilatê sûriyê meşek girseyî lidarxistin.

Meş di bin dirûşmeya” “Bi rihê şerê gelê şoreşgerî emê hemû êrîşên dagirker û xayînan têk bibin” hate organîzekirin.

Şênî li qada Jina Azad ya kantona Kobanê kom bûn û ber bi qada Şehîd Egîd ve herikîn.

Meşvanan wêneyên sivîl û şervanên ku di encama topbarana dewleta tirk de şehîd bûne hildan û diruşmên”Berxwedan jiyan e” beriz kirin.

Li qada Şehîd Egîd meş vegyherî mîtîngê.

Meşvanan ji Rojava Tv re gotin ku: Êrîşên dewleta tirk dê asta têkoşîna wan kêm neke, Ew ê bi zarokên xwe li hember dijmin şer bikin.