Kanala ROJAVA TV

Yekîtiya Êzidiyan A Efrînê Êrîşên Qirkirinê Yên Dewleta Tirk Şermezar Kirin

Yekitiya Êzidiyên Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê şermezar kirin û got: “Gerîla hêzeke fedakar e û tu hêz nikare wê têk bibe.”

Bi dehan endamên Yekitiya Êzidî ya Efrînê, endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava, nûnerên partiyan li pêşiya navenda yekitiyê ya li navçeya Ehdasê kom bûn û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker tevahiya cureyên çekan û heta yên qedexekirî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar anîn, lê bi bin ket.

Em êrîşa sê alî ya dewleta Tirk, artêşa hikumeta Bexda û PDK`ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medaya û Şengalê şermezar dikin.

Em bang li PDK dikin ku piştgiriya artêşa Tirk a dagirker nekin, berjewendiya kurdî di ser berjewendiyên kesayetî û partiyetî yên teng re bigirin.