Li bajarê Amûdê ji bo başkirina rewşa jiyanî xwepêşandanek hat lidarxistin û daxwaza çareserkirina pirsgirêka bihabûnê hat kirin.
Li bajarê Amûdê gel li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Amûdê xwepêşandan organîze kir.
Di xwepêşandanê de pankartên “Pariyê gel xeta sor e”, “Na ji bihabûna sotemeniyê re”, “Na ji bihabûnê re”, “Bihabûna sotemeniyê tê wateya wêrankirina dewletê” û “Biryarên we me dikujin” rakirin.
Xwepêşandêran ji aliyên têkildar ên hikumeta veguhêz daxwaz kirin ku pirsgirêka bihabûna sotemeniyê û kel û pelên din çareser bikin.
