Li bajarê Qamişloyê de bi dehan welatî û dîkandar bi daxwaza çareserkirina pirsgirêkên jiyanî û aborî çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyên dawî de, peydakirina kehrebê û çareserkirina pirsgirêka sotemeniyê derketin pêş.
Beşdarên çalakiyê pankartên daxwaza başkirina şert û mercên jiyanê, kêmkirina bihayên madeyên bingehîn hildan û bal kişandin ser bandora kêmbûna sotemeniyê li ser jiyana rojane ya welatiyan.
Di çalakiyê de daxuyaniyek jî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê piştî qutkirina piştgiriya mazotê, çareseriyên lezgîn ji bo pirsgirêka kehreb û sotemeniyê bên dîtin û rewşa jiyanî ya welatiyan bê başkirin.
Ev çalakî di çarçoveya rêzeçalakiyên li bajarên herêma Cizrîyê dewam dikin.
