Îro dibistanên Kantona Efrîn û Şehbayê bawenameyên xwendekarên beşa seretayî belav kirin. Rêveberên Dibistanan ji bo xwendekaran şahiyek li dar xistin û diyarî belav kirin.
Desteya Perwerde û fêrkirinê ya Efrîn û Şehbayê li 70 dibistanên herêma Şehbayê, bawername belav kirin.
Li gorî Desteya Perwerde û fêrkirinê , hejmara xwendekarên ku bawername wergirtin,13 hezar xwendekarên qonaxa seretayî ne.
Mamosteya Dibistana Şehîd Kendal ya navçeya Ehrez ya Şehbayê Rohay Kûsa tayber li gel Rojava TV got piraniya xwendekaran di xwendina xwe de serkeftî bûn
Rêvebera Dibistana Şehîd Kendal jî Melîkan Şêx Nasan anî ziman ku wan diyariyên sembolîk pêşkêşî xwendekarên hêja kirin.
Tê payîn ku di rojên pêş de 4 hezar xwendekarên dibistanên navîn û amedehî ezmûnên dawiya salê pêşkêş bikin.
