Cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Parêzgeha Hesekê Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) derbarê vegera koçberên Serê Kaniyê de diyar kir ku girîngiya mezin ji bo vegera hejmareke mezin a koçberên Serêkaniyê tê dayîn û dê di hefteya bê de hejmara koçberan bilindtir bibe.
Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku beşeke nû ya koçberan dê ji Kampa Serêkaniyê vegere gund û bajarê Serêkaniyê û xebatên ji bo vegera hejmareke mezintir di dema bê de didomin.
