Yeketiya Raghandina Azad ji bo babeta astengiyên rojnemevanên kurd li Sûriyeyê, civînek li bajarê Kobanê li dar xist.
Civîn bi amedebûna bi dehan rojnemevanên Kobanê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Piştre rojnemevan “Mihemed Mistefa” der barê astengiyên ku dezgehên raghandinê û rojnemevanên kurd re derbas dibin nirxandin kir û destnîşan kir ku raghandina azad ji bo hêsankirina kar û xebatên raghandinê bi hukumeta Şamê re di nav nîqaşan de ye.
Ber bi dawiyê, rojnemevanên amade astengiyên xwe anîn ziman û ji bo hêsankirina karê wan yê rojnemegeryê pêşniyar kirin.
