XWENDEKAR Û MAMOSTEYÊN HERÊMÊ: EM SÎNORDARKIRINA ZIMANÊ KURDÎ RED DIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Li Kobanê û Hesekê mamoste û xwendekaran bi daxuyanî û nerînan diyar kir ku ew qebûl nakin ku zimanê wan bê sînordarkirin.

Her wiha got, Piştî 14 salan ku me bi kurdî xwend, em niha bi erebî naxwînin.

Mamoste û xwendekarên bajarên Kobanê û Hesekê li hember biryara Wezarete Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê çalakî li dar xistin.

Li pêşiya avahiya Meclisa Bajarê Hesekê xwendekaran çalakî li darxistin. Di çalakiyê de daxuyaniyek bi zimanê kurdî û erebî ve hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin “Me di tevahiya jiyana xwe de û di nava van 14 salên borî de, tu dibistaneke din nas nekiriye; ji bilî wan dibistanên ku deriyên zanistê bi zimanê me yê dayikê li pêşiya me vekirin.

Ev biryara ji nişkê ve, me dixe nav zehmetiyên pir mezin ku tu gunehê me tê de nîn e.

Beşdaran daxwazê ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê kirin ku di cih de li vê biryarê vegere û guh bide dengê me yê zarok û ciwanan.

Li Kobanê jî mamoste û xwendekarên Desteya Perwerdeyê ya Kobanê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê hate gotin: qadên zimanî dibînin ku ev gav ne bi tenê kêmkirina hejmareke dersan e; dikare bibe guhertinek di kar û peywira zimanê kurdî di nav perwerdeyê de.

Her di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku biryara kêmkirina dersên zimanê kurdî ji nû ve binirxînin û berî guhertina rêça perwerdeyê ya heyî, lêkolîneke akademîk, perwerdekarî û sosyolînguîstîk a berfireh pêk bînin.

Her wiha bang hate kirin ku lêkolîner û pisporên ziman, perwerdeyê û dersnameyan di amadekirina her dîtina nû ya der barê pêşeroja zimanê hînkirinê de werin tevlêkirin.

Di dawiyê de hate gotin, Parastina perwerdeyê bi zimanê dayikê, li gel xurtkirina hînbûna zimanên din, bingeha pergaleke perwerdeyê ya pirzimanî, hevseng û domdar e.

Share This Article