Şêwirmendê serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kir.
Bi beşdariya malbatên şehîdan, Şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kirin û sersaxî dan malbatên şehîdan.
Îlham Ehmed rewşa siyasî û pêşketinên dawîn nirxandin û got, “Di demeke kurt de guhertinên mezin çêbûn. Em bi hêvî ne ku em karibin van guhertinan ji gelê xwe re şîrove bikin û hûrguliyên wê bêjin. Ev merhele merheleya avakirina edalet, aştî û demokrasiyê ye, lê zehmetir e.”
Îlham Ehmed anî ziman ku qonaxa bê dê hêviyên mezin ji gelên herêmê re bîne û got: “Rojên li pêşiya me wê xweştir bin. Dê xeyalên şehîdên ku ji bo vî welatî canê xwe dane pêk werin.”
