Çandinî mîrasekî pîroz ê bav û kalan e ku aboriya herêmê li ser piyan dihêle.
Li gundê Kaniya Nehmê yê girêdayî Dêrikê, cotkar Şaban Faris, mîna her sal, bi kedeke mezin sebzeyên havînê diçîne û bangeke girîng li her kesî dike: ‘Vegerin xwezayê’.
Hûrgiliyên vê çîrokê di rapora hevkara me Bêrîvan Qasim de ye.
Di dema havînê de, cotkarên herêmê bi çandina cureyên cuda yên sebzeyan mijûl dibin.
Yek ji van cotkara Şaban Faris e ji gundê kaniya nehmê yê girêdayî bajarê Dêrikê ye.
Şaban Faris zêdetirî 50 salî ye, sebzeyên havînê diçîne û ji bo bidestxistina berhemek baş, girîngiyê dide çandina zeviyan.
Şaban hemû cureyên sebzeyan wekî talik , zebeş , bacan û xiyar û piştre jî li nava sûkê difroşe.
Şaban faris dibêje ku ew ji bav û kalên xwe fêrî karê çandniyê bûye.
Şaban behsa tecrubeya xwe ya çandina sebzeyan kir û daxaz kir ku her kes li xwezayê vegere.
Keda Şaban Faris û cotkarên mîna wî, ne tenê dabînkirina debara jiyanê ye, di heman demê de parastina mîraseke pîroz e ku herêmê ji aliyê aborî ve li ser piyan dihêle.
