GERA PÊNCEMÎN A PÊŞBIRKA “NIVÎSKARÊ PÊŞEROJÊ” LI KANTONA CIZÎRÊ DEST PÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, bi hevkariya Komîteya Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qonaxa yekem ji gera pêncemîn a pêşbirka “Nivîskarê Pêşerojê” ya zarokan, bi beşdariya 100 zarokên ji kantona Cizîrê, dest pê kir.

Qonaxa yekem a gera pêncemîn a pêşbirkê, guhdarîkirina çîrokên zarokên pêşbaz ên bi zimanên Kurdî û Erebî vedihewîne.

Piştî qedandina qonaxa yekem, pêşbaz dê di nav hefteyekê de, naveroka çîrokên ku ji komîteyê re xwandine şîrove bikin û li ser wê analîzên xwe bînin ziman.

Piştî ketina qonaxa sêyemîn û dawîn, pêşbaz dê ji xeyalên xwe, nivîseke nû biafirînin û ji komîteyê re bixwînin, piştî wê dê komîte navê nivîskarên serkeftî diyar bike.

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê bi vê gavê armanc dike zarokan teşwîqî çanda xwendin û nivîsandinê bike û di pêşerojê de bibin nivîskarên jêhatî.

BETA

EBDULMECÎD XELEF – ENDAMÊ KOMÎTEYA AMADEKAR YÊ PÊŞBIRKA “NIVÎSKARÊ PÊŞEROJÊ”

Share This Article