Şêniyên Hesekê ji bo 3 şehîdên YPJ’ê Silava Kurdistan, Eylem Cûdî û Eylem Çiya merasîmên xiyabî li goristana şehîd Dijwar li darxistin.
Şervanên YPJ’ê Silava Kurdistan di 9’ê Adara 2018’an, Eylem Cûdî di 14’ê Adara 2018’an û Eylem Çiya di Sibata 2018’an de di Berxwedana Serdemê ya li Efrînê de şehîd bûn.
Bi dehan şênî, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, komîn û meclisên xwecihî tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Welîda Botî ve hate kirin.
Welîda diyar kir ku gotin li hemberî fedakariyên şehîdan kêm dimîne û da zanîn ku tişta ku îro tê jiyîn, berhema ked û xwîna şehîdan e.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Merasîm bi berzkirina slogana “Şehîd Namirin” bi dawî bû.
