DAXWAZA XWENDEKAR Û MALBATÊN KURD YÊN ROJAVA FERMÎKIRINA ZIMANÊ KURDÎ YE

Rojava Tv
1 Min Read

DAXWAZA XWENDEKAR Û MALBATÊN KURD YÊN ROJAVA FERMÎKIRINA ZIMANÊ KURDÎ YEBi van riste hevokan zarokên Rojavayê Kurdistanê girîngiya xwendina bi zimanê kurdî tînin ser zar û zimanên xwe.

Nûjîn û Newroz her du xwişkên hev in û ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ne. Ew ji refa yekem ve û heta niha bi zimanê Kurdî dixwînin.

Her du zarokên efrînî bi kurdiyeke saf û zelal ku mirov dibe heyranê bilêvkirina wan diaxivin û dinivîsin.

Her du jî dixwazin bibin mamosteyên zimanê Kurdî, da ku li ser jiyan û lehengiya şehîdên kurd û Kurdistanê pirtûkan binivîsin û ji dîrokê re weke mîrasekî dewlemend bihêlin.

Li seranserî bajar, bajarok û gundên Rojavayê Kurdistanê bi dehhezaran zarokên Kurd bi eşq û evîneke mezin li dibistanan zimanê Kurdî dixwînin.

Share This Article