ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ BI ÇALAKÎ Û DAXUYANIYAN HATIN ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li dijî binesazî û çavkaniyên jiyanê bi çalakî û daxuyaniyên cuda hat şermezarkirin.

Di çalakî û daxuyaniyan de bang li meclîsa ewlekariyê, netewên yekbûyî û yekîtiya ewrûpayê hat kirin ku rêzê ji zagonên xwe re bigire.

Êrîşên bêserûber ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî û çavkaniyên jiyanê yên bakur û rojhilatê sûriyê li kantona cizîrê bi çalakî û daxuyaniyên cuda hat şermezarkirin.

Rêxistinên civaka sivîl a bakur û rojhilatê sûriyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê xwepêşandanek li darxist û tê de anî ziman ku êrîşên tirkiyê yên li dijî sivîlan sûcên şer in û mafên parastina mirovan binpê dike.

Rêxistinên civaka sivîl a bakur û rojhilatê sûriyê bang li meclîsa ewlekariyê, netewên yekbûyî û yekîtiya ewrûpayê kir ku rêzê ji zagonên xwe re bigire û xwedî li mafên parastina mirovan derkevin.

Meclîsa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a bajarê Hesekê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û tê de bi diyar kir ku, dewleta tirk li pêş çavên cîhanê kiryarên hovane yên dermirovî û derexlaqî li dijî sivîlan pêk tîne.

Meclîsê got, armanca sereke ya dewleta tirk têkbirina aramî, ewlehî û hevgirtina pêkhateane.

Meclîsa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD a bajarê Hesekê di dawiyê de bang li hemû rêxistin û saziyên mafên mirovan kir ku dewleta tirk li hember sûcên dike darizînin.

Li aliyekî din, Rêveberiya Kampa Serêkaniyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku tirkiyê dixwaze projeya rêveberiya xweser ku îro bûye mînak ji tevahî cîhanê re têk bibe, lê ew ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên şoreşê û yên ku rêveberiya xweser bi dest xistin biuparêzin.

Share This Article