Xwendekarên Peymangeh Bilind a Ragihandinê ya Zanîngeha Rojava di nav atmosferek şahî û pîrozbahiyê de, duyemîn rojên pêşkêşkirina projeyên xwe yên derçûnê qedandin.
Di rûniştina roja duyemîn, gelek sernavên balkêş hatin nîqaşkirin, yên weke: Rojnamegeriya meydanî li deverên pevçûnê, Analîzkirina gotûbêjên ragihandınê yên siyasî û psîkolojîk, Rola medyaya herêmî di bilindkirina hişmendiya civakê û Rola ragihandinê di gotubêjkiirna pirsgirêkên jinan de .
Komîteyên çavdêr van projeyan wekî gihîştina rewşenbîrî û pîşeyî ya ku bi pirsgirêkên rastîn ên ku herêm pê re rû bi rû ye re hevaheng e, nirxandin.
