LI KOBANÊ MÎHRÎCANA ŞANOYÊ YA ZAROKAN HAT LI DARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Mîhrîcana Hêvî ya Şanoyê ya Zarokan a Yekemîn bi dirûşma “Şano bi zimanê dayikê xweş e” li bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Mîhrîcan li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê bi amadebûna bi dehan zarok û malbatên wan hat lidarxistin.

Di mîhrîcanê de piştî deqeyek rêzgirtin, Koma Şehîd Arîn stran gotin.

Koma Şehîd Mustefa jî 4 şano pêşkêş kirin û bal kişandin ser mijarên perwerdeyê û çandî yên zarokan.

Piştre jî Koma Şehîd Delîla ya govendê bi hunerên xwe beşdar coşandin.

Hêjayî gotinê ye ku Mîhrîcan di 16 û 17‘ê Hezîranê de bi beşdariya 7 komên şanoyê yên zarokan ên ji herêma Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin.

Share This Article