Di derbarê keştiya koçberên xelkên rojavayê Kurdistanê ya ku li Cezayîrê noqî avê bûye fermandarê giştî yê hêzên Sûryaya demokratîk Mezlûm Ebdî Tweetek parve kir..
General Mezlûm Ebdî di Tweeta xwe de wiha got:
“rewşa nearamiya Siyasî û kirîza Aborî, her weha êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên berdewam, rojane dihêlin ku sivîl û koçber bibin qurbanî..
Bûyera binavbûna keştiya ku koçberên Rojavayê Kurdistanê têde bûn li Cezayirê karesetek e, ev bûyera pêk hatî tê wateya ku divê Rêveberiya Xweser kedek hîn zêdetir bide ji bo pêşeroja xelkên herêmê baştir bike.
Em sersaxiyê ji xwe û malbatên qurbaniyan re ji bo vê bûyera bi êş dixwazin, em ê bi hemû keda xwe kar bikin ji bo mîna van bûyeran dubare nebin, her weha em ê hesab ji girûpên ku bazirganiya mirovan dikin bixwazin.
Em bang li hemû xelkên Sûriyê yên asê mane dikin ku vegerin û em soz didin wan ku ji wan re hêsaniyan ji bo vegera ewle pêşkêş bikin..
