Kanala ROJAVA TV

Encumena Jinên Sûriyê Ji Bo Biryara Konseya Ewlehiyê Panelek Li Dar Xist

Encumena jinên Sûriyê derbarê biyarên Encumena Ewlehiyê û nîqaşkirina wê de x panelek li Minbicê lidarxist.

Di civîna Encumena Ewlehiyê de gelek biryarên ku têkildarî jinane hatin girtin, Encumena jinên Sûriyê jî ji bo nîqaşkirina wan biryaran panelek li hola partiya Sûriya Pêşeroj a Minbicê organîze kir.

Di panelê de hejmarek ji jinan beşdar bûn.

Endama desteya Rêvebir a Kombûna Jinên Zenûbya Xada Hemîd diyar kir ku Ji bo bi dawîkirina tundiya li dijî jinan wan nêrîn û pêşniyarên ji bo pêşxistina yasayên cezakirina sûcdaran û perwerdekirina jinan girtin.