LI HESEKÊ, KOBANÊ Û QAMIŞLOYÊ HILBIJARTINA ENDAMÊN MECLISA GEL BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
3 Min Read

Hilbijartinên nûnerên Hesekê, Qamişlo û Koobanê ku bi rêya desteyên hilbijartinê hatin kirin, bi dawî bûn û 11 kes hatin hilbijartin.

Lê belê Pêvajoya hilbijartina endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê yên Parêzgeha Hesekê, rastî nerazîbûneke berfireh a raya giştî hat.

Tê gotin ku nav ji hêla hikumeta demkî ve hatine ferzkirin.

Hilbijartinên nûnerên Hesekê, Qamişlo û Koobanê ku bi rêya desteyên hilbijartinê hatin kirin, bi dawî bûn. Di dema hilbijartinan de tedbîrên ewlehiyê yên asê hatin girtin.

Di encamên hilbijartinan de, li Qamişloyê Ridwan Sîdo, Ebdulhelîm Elî, Kîm Îbrahîm û Mehmûd Madî hatin hilbijartin. Li Hesekê jî Îbrahîm El Hebeş, Umer El Hayîs û Fesla Yûsif hatin hilbijartin. Li bajarê Kobanê Ferhad Enwer Şahîn hat hilbijartin û Şewax Îbrahîm Esaf wekî nûnerê navçeya Şexlerê hat hilbijartin.

Meclisa Gel ji 210 hilbijartinan pêk tê, ji wan 70 endam ji aliyê serokê hikumeta demkî ve tên tayînkirin.

Hejmara desteyên hilbijartinê jî sînordar bûn, li Qamişlo 200 endam, li Hesekê 198 û li Kobanê 100 endam bûn. Li Hesekê ji 13 namzetan 3 kursî hatin diyarkirin, li Qamişloyê ji 7 kesan 4 kursî hatin diyarkirin, li Dêrikê jî bêyî ku hilbijartin bên kirin 2 nûner hatin hilbijartin, nûnerê Serêkaniyê berê hatiye diyarkirin û li Kobanê ji 11 namzetan 2 kes tenê hatin hilbijartin.

ENDAMÊN MECLISA GEL HATIN TAYÎNKIRIN NE HILBIJARTIN

Lê belê Pêvajoya hilbijartina endamên Meclisa Gel a Sûriyeyê yên Parêzgeha Hesekê, rastî nerazîbûneke berfireh a raya giştî hat. Tê gotin ku nav ji hêla hikumeta demkî ve hatine ferzkirin.

Li gorî daneyên fermî, pêvajoya hilbijrtinan li gorî mîkanîzmayên hilbijarin û tayînkirinê pêk hatin, hin endam bi rêya sindoqên dengdanê di nav navçeyên diyarkirî de hatin hilbijartin, hinên din jî ji hêla serokê hikûmeta demkî ve hatin tayînkirin.

Endamekî daîreya bajarê Qamişlo Ezam Dendeh ji Ronahî Tv re axivî û diyar kir ku tiştê ku îro diqewime “Pêkenokeke hilbijartinê ye. Îro sibê, kaxetên ku navên kesên ku ji hêla saziya siyasî ya girêdayî hikûmetê ve hatine ferzkirin li ser bûn, hatin belvkirin.”

Bi destpêkirina pêvajoya hilbijartinê li parêzgeha Hesekê du hefte berê, bertekên siyasî û giştî derketin holê.

Partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî “mekanîzmeya neheq a nûnertiyê” şermezar kirin û diyar kirin ku sînrodarkirina hejmara kursiyên nûnertiya Kurdan li parêzgeha Hesekê rastiya demografîk û siyasî nîşan nade û berdewamiya polîtîkayên dûrxistinê nîşan dide.

Endama Konseya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif rexne li pêvajoyê kirin û destnîşan kirin ku hin tayînkirinên hatine kirin û tiştên ku li navendên dengdanê qewimîn îradeya hilbijêran nîşan nadin.

Share This Article