Dewleta Tirk a faşîst her ku diçe ceza li dû ceza li rêber Abdullah Ocalan dibire û di heman demê de jî hêrsa xelkên berxwedêr xurtir dibe û her tim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nava tevgerê de ne.
Endamên Encumena malbatên şehîdan ên navçeya Ehrezê derbarê tecrîdê de anîn ziman ku ew ê heta azadiya rêber Apo li ser piyan bin.
Dewleta Tirk a faşîst ji 25 salan ve rêber Abdulah Ocalan dîl girtiye.
Her wiha ji nêzî 3 salan ve tu agahî ji rêber Apo nayên girtin.
Endamên Encumena Malbatên Şehîdan ên navçeya Ehrezê gotin ku tevahî pêkhateyên li Sûriyê jiyan dikin girêdayî fikrê rêber Abdullah Ocalan in.
Ji aliyekî din ve endamên malbatên şehîdan gotin: “Em fikir û felsefiya rêber Apo bernadin ji ber em bi fikrê rêber mezin bûne”.
Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê xwe û bidestxistina maf û azadiya Gelê Kurd têkoşîneke bêhempa meşand.
Ji ber Hezkirina Rêber Apo ji bidestxistina maf û doza Kurdî, hemû Cîhan bandor bû û niha her kes li her devera cîhanê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin.
