ŞAREDARIYA KOBANÊ BI ŞAREDARIYA LOHNE RE MEKANÎZMAYA HEVKARIYÊ GOTÛBÊJ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di navbera Şaredariya Kobanê û Şaredariya Lohne ya Almanyayê de ji bo nîqaşkirina mekanîzmaya hevkariya pêşerojê civîneke danasînê bi rêya Zoomê pêk hat.

Şaredara Kobanê Almaz Romî, cîgirê wê Osman Mihemed û endamên Meclisa Rêveberiya Şaredariyê, Muslim Muslim û Narîn Bozo beşdarî civînê bûn.

Rayedarên Şaredariya Kobanê bal kişand ser girîngiya vê hevkariyê di piştgiriya projeyên binesazî û başkirina xizmetên ku ji welatiyan re têne peydakirin û vekirina rêyên nû ji bo hevkariya pêşerojê.

Şaredariya Almanyayê jî amadebûna xwe ya ji bo peydakirina piştgiriya teknîkî û danûstandina pisporiyê di gelek waran de diyar kir.

Di civînê de rewşa xizmetguzarî ya Kobanê, rêbazên çareserkirin û mekanîzmayên ku Şaredariya Lohen a Almanyayê dikare pêşkêş bike, hatin nîqaşkirin.

Share This Article